Veger nema veger e

Mizgîn Ronak Aydin

Min yazdeh sal berê pirtûka wî ya bi navê “Hatiratim” xwend û bi awayek li wir mam, di dem û dewrana wê pirtûkê de. Ji sîh salê zêdetir li mişextiyê mabû, ne Qamişlo ne Hesekê, ne Cerablûs û Heleb, ne jî Lubnan û Beyrûd ji ber wî filitîbû, hêj di zaroktiya xwe de bi kekê xwe yê bijîşk re çûbû, ti zorî nemabû ku li wir nejiyabû. Lê roj hatibû û ew jî vegeriyabû Medena xwe, piştî demek gelkî dirêj, an jî piştî her tiştî… Ew; yanî Dr. Nûreddîn Zaza, an jî Nûriyê Baytar, welatperwer û dîplomatê hêja û navdar.

Îcar ez a xwînera wî ya yazdeh sal berê, ez a ku wek gelek şoreşgeran di kefenê sî û şeş sal cezayê muebbed de bûm; teva ku min nedizanî dê vegera me ya li dinê û jiyanê jî piştî sîh salan be; wek pepûleyek ku bi cam ve bizeliqe bi wê vegera wî ya pir dereng ve mam. Belkî jî dil fam kir ku ew, paşeroja min e, dil biaqil e ne?

Her wiha min dizanî ku dê lingên min, min tim ber bi warê çêbûn û rojên wî yên bextiyariyê, ber bi Medena Medan ve bibin. Loma jî van demên dawî her ku ber bi wir ve diçim an jî jê derbas dibim; dibim hebûnek rasteder (sureal) û pê re dipeyîvim, bi Qasid û hawarxwazê Dêrsima serhildêr re… Dengê wî dibîhîzim, ji min re behsa gelek tiştan dike. Carna ez jî dipeyîvim, em dubareyên dîrokê tînin bîra hev, didin ber hev û bîranînan bi teşiya teşîrêsek şareza dirîsin, carna bêdengî dibe her tiştê me, em xwe di stareya wê da vedişêrin.

Carna em pev re li wan rojên şox û şeng ên zaroktiya wî temaşe dikin. Meden warek otonom û kurdewar e. Nûro tê de delalî ye. Ne diz û çeqel ewqas pir in, ne jî kurdîtî bûye tiştek wiha nêmgirtî û kurmî… (Belê, digel ku kurmên dara kurdîtiyê tim hebûn e û hin aliyên darê, bi awayek tim kurmî bûye jî ”kurmîtiya” niha cuda ye, pir cuda) Ez dengê xirbeyan jî dibîhîzim, zimezimek tê. Dipirsim, ”Kekê Nûro, ew dîwarê hilweşiyayî ne yê eywana we be? Ew şibakên kor, zemanê berê çavên qesr û qonaxên we nebûn?”

Serê xwe dihejîne. Dara gûzê dest bi kilamek dike, beybûnên li jora malan dikin minemin, bilbilek ji gulê dixeyîde. Nûroyê zarok lotikan davêje. Paşê xwe davê ser pişta hespek rewan û bi suwariya xwe ya çak zingezing bi dinê dixe.

Di ber malên vala da derbas dibim, ev riste xwe li rêya min asê dikin:

Bêkesî

Ba ye ba

Yê ku perdeya

Şibaka te dihejîne

Ba ye ba

Yê ku li derî dide

Ji xeynê bayê

Kes nîn e

Piştî wê vegera ji man û nemanê, xwest ku li warê xwe yê ku wek xeyalatek rûgeş lê vegeriyabû, bexçan deyne, qesrikan bilind bike li ser koka wan a berê. Lê hukumeta Demirel tim wî aciz û tehdît kir, nehîşt ku Zazayê mişext ji mişextiyê rizgar bibe û xwe û welatê xwe ji nû ve şîn bike. Wî welê neçar hîştin ku dîsa xwe wek dizek vedize û di tarî û daldeyan de ji warê xwe bireve biçe dûr. Lê vê carê dûrtir…

Halpirsîn

Ê te mûman te qedandiye

Ê min xweliya min

Ê te helbest li te çikiyane

Ê min kanî

Cîrano

Ez li vî perê dinê

Tu li wî perî

Em li halê hev bipirsin

Tu baş î, ez nebaş

Ê te martiyan te qedandiye

Ê min nêrgizan

Ê te bêhn li te çikiyaye

Ê min sebir

Cîrano…

Em li halê hev bipirsin

Tu nexweş î ez doxtor

Ez bêmecal im tu pispor

Bi vê helbestê ji warê wî derbas dibim, di şibakek de dest dihejîne ji ez a yazdeh sal berê ya dîl re.

Di ber xwe re dibêje, min dizanibû ku tu yê jî bes piştî sîh salan vegerî… Min dizanibû ku tu yê jî nikaribî vegerî… Dema te wê pirtûka min xwend, min dizanibû ku te jî daye pey min; heta sed sal derbas nebe, venagerî û jixwe piştî sed salan jî veger ne veger e êdî, veger nema veger e.

Dengê wî tê min, lê rûyê wî xwe winda dike. Dibêm; xwe ji min veneşêre delalo, tu hem paşeroj, hem jî pêşeroj bûy qey?

Dibêje; em herdû jî rastî nîn in…

Dibêjim; bilanê… Jixwe rastî ne rast e, rastî nîn e êdî. Û Meden jî winda dibe.

Helbest, ji pirtûka min a bi navê Kirasê Heyvê ne (weş. Aram)

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir